Çinar

Pepûley Azadî

Bi dengê: Çinar
Diyalekt: Soranî
264
Bo mezray awatî min toy newgulî îşq û wefadarî
Bo gulşenî pir gulî jînim etoy awazî dildarî
Le behrî bêtayî jiyan îşqî to le dil keştî awatim bû
Xoşewîstî û mîhrî to germî jînî min rêgay necatim bû

Pepûley azadî naw baxçey dildarî û îşq û sefa bûyn
Bexwa zor heyfe gulim ême be carê le yek ciya bûyn

Le bîrit çû ew şewe asmanî jîn estêrebaran bû
Melî roh le îşqî to ey nazenîn mest û xezelxwen bû
Were dîsan ba le nêw îşqî weslî to bimxate rûnakî
Rûbikeyne qîbley wefa sermestî û sefa herdû be dilpakî