Çopî Fetah

Hevala Min

Bi dengê: Çopî Fetah
Album: Çît Naw Binêm 2003
Diyalekt: Kurmancî
272
Hevala min saz çû ser karê da
Delala min saz çû ser karê da
Bûk xemilandin bin darê da
Hevala min megrî melorîne
Delala min megrî melorîne
Zava delal e gellek şêrîn e
Zava delal e pir şêrîn e

Dêra sorê biçûk e lê lê lê lê lê lê wey lê lê
Dêra sorê biçûk e
Hine dest û neynûk e
Par qîz bû îsal bûk e lê lê lê wey lê lê
Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê
Way lê lê way lê lê

Gundî were paytextê lê lê lê lê lê lê wey lê lê
Gundî were paytextê
Him bi dest û bi rex tê
Temam bi soz û bext e lê lê lê lê lê lê wey lê lê
Temam bi soz û bext e, berxê sebra mala min ê
wey lê lê wey lê lê

Narê narê hoy narê, narê
Rû sor e wek hinarê, narê
Min çavên belek xwarê, narê
Sibê, nîvro, êvarê
Narê biskê xwe şeh kir, narê
Hine li destê xwe kir, narê
Destmala xwe li ba kir, narê
Serê govendê xweş kir, narê