Miryem Îbrahîm Pûr

Kê Bê Le Min Mandûtir Bê

Bi dengê: Miryem Îbrahîm Pûr
Diyalekt: Soranî
207
Kê bê le min mandûtir bê
Min xoşewîstêkim hebû
Wekû dilope firmêskêk
Le gilêney çawekanma qetîs mabû
Le rojêkî beharî salî heftada
Le çawekanim ciya bowe

Lew rojewe takû emro
Min dêwaney
Ew dilope firmêske bê seruşwênem
Herçend dekem carêkî dî
Bom nakrê bîgêrmewe naw gilênem

Kê bê le min mandûtir bê
Min xoşewîstêkim hebû
Wekû henaseyekî pak
Le sîyekanma
Hêlaney xoy çêkirdbû
Le rojêkî beharî salî heftada
Wek balinde
Tora û sîyekanmî becêhêşt

Lew rojewe takû emro
Herçend dekem ax natwanim
Ew henasey awareye
Bidozmewe
Koy kemewe
Bîgêrmewe naw sîyekanim