Hozan Brader

Sitemkar

Bi dengê: Hozan Brader
Diyalekt: Kurmancî
227
Ji zana bêtir zana bûm
?Çima îro bêzar im
Ez kurê Rostemê Zal bûm
?Çima îro nikarim, nikarim
Baxçê evînê me av da
Mem û Zînê di nav da bû
Beko Ewan li me peyda bûn
Ji ber wê ye ez sitemkar im
Sitemkar, sitemkar, sitemkar
Em jî bi dewlet û al bûn
?Çima îro pare pare
Bi heval û dost û yar bûn
?Çima îro sitemkar
Sitemkar, sitemkar, sitemkar
Min got ez û kes ne ez im
Bê şivan mam mîna pez im
Bûm hêsîrê ereb û ecem
Ji ber romê sitemkar im
Sitemkar, sitemkar, sitemkar
Heta mêjîyê ezezî polîtîka bi teresî
Birakujî be mêrxasî
Ji ber vê ye em sitemkar in
Sitemkar, sitemkar, sitemkar
Ger neyaran baş nenas bin
Tu reben û ez mêrxas bim
Birakuj û em pêxwas bin
Ji ber vê ye em sitemkar in
Sitemkar, sitemkar, sitemkar
Heta kengî belengazî
Li Kurdistan bi vî rengî
Şoreşa me bû derengî
Ji ber vê em sitemkar in
Sitemkar, sitemkar, sitemkar
Tu Birader û hozan bî
Rengê teyran şîretvan bî
Ne çekdar û ne xwenda bî
Tu yê bilûra li ber gayan bî
Sitemkar, sitemkar, sitemkar