Şehrîbana Kurdî

Sitemkar

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî
Diyalekt: Kurmancî
314
Ji zana bêtir zana bûm
?Çima îro bêzar im
Ez kurê Rostemê Zal bûm
?Çima îro nikarim, nikarim

Baxçê evînê me av da
Mem û Zînê di nav da bû
Beko Ewan li me peyda bûn
Ji ber wê ye em sitemkar in
Sitemkar, sitemkar, sitemkar

Em jî bi dewlet û al bûn
?Çima îro pare pare
Bi heval û dost û yar bûn
?Çima îro sitemkar
Sitemkar

Min got ez û kes ne ez im
Bê şivan mam mîna pez im
Bûm hêsîrê ereb û ecem
Ji ber romê sitemkar im
Sitemkar, sitemkar, sitemkar

Heta kengî belengazî
Li Kurdistan bi vî rengî
Şoreşa me bû derengî
Ji ber vê em sitemkar in
Sitemkar

Tu Şehrîban û hozan bî
Rengê teyran şîretvan bî
Ne çekdar û ne xwenda bî
Tu yê bilûra li ber gayan bî
Tu Birader û hozan bî
Rengê teyran şîretvan bî
Ne çekdar û ne xwenda bî
Tu yê bilûra li ber gayan bî
Sitemkar, sitemkar, sitemkar