Na meço, cwanê meço, wawe meço?To firîwî zêrû zîwî wan mexoEw hewesbazane cêy mitmane nînHer dezanin gul çinînû bey rinînWa were, dey wa were, nêzîk be lêmBimdeye mey, bimdeye mey ta delîmCa ke serxoş bûm bedengêkî newîBot delêm ew şê’re berzey mewlewîGwêm deye ey dîde mestî qîtû qozTa binalênim wekû bilwêr besozNabê qet naley cudayî bê eserCa çi ney bîka çi pyawî derbederBoye nalem têkelî ney kirduweŞîwenêkim pêye ney neykirduweLêm gerê ba derbirim sozî derûnLêm gerê ba helwerênim eşkî rûnŞîwenî min şîwenî însanîyeBangî azadîw girûy yeksanîyeŞîwenî min şînî kurdî bê beşeEw geley haşa deken lêyû heşeBa le zarim bêteder pişkoy şê’irBa firawantir bikem asoy şê’irParçe goştêke dilî min, rû nîyeNalenalî min direnge, zû nîyeDerdî dûrî... derdî dûrî kuştimîDerdî wişyarîw sebûrî kuştimîYadî yaranû wilatim rojû şewLêy heram kirdim qerarû xurdû xewXemrewênêk lêre min nakem bedîÇon pena bo mey nebem, saqî! edî!?Xemrewênêk lêre min nakem bedîÇon pena bo mey nebem, saqî! edî!?Nabînim xakû wilatû şarî xomNabînim nasyawû dostû yarî xomRû leher laye dekem namoye bomNabînim cêjwanû kewne lanî xomŞew dekêşim şewnxûnîw bê xewîRoj deçêjim derdû daxî bê ewî