Mazhar Xaliqî

Tom Her Le Dildaye

Bi dengê: Mazhar Xaliqî
Diyalekt: Soranî
268
Çend cwane derû deşt werin lalezaran
Wek nexşî xeyale kejû kêwû nisaran
Ewro çemenû bax beser cîlweyê rengîn
Kirdûye le ber bergî xezanî gulû nesrîn

Herwaye çemen satê gulew satêkî xezane
Wek nexşî emel satê nûre tawêkî fexane
To xem mexo ey dil ke cefa resmî zemane

Toyş her wekû dunyay ke bêşertû beqaye
Ta mawe emin tom gulim her le dilaye
Qurbanî xezanî wefaw ’êşqû sefatim
Heyranî bêmeylîw cewrû nazû cefatim

Min mestî nîgay çawî geşt daym dil le latim
Min muntezîrî beharekey ewînû wefatim
To kîjoley kurdû minîş xakî berpatim