Celaledîn Mihemediyan

Kirmaşan Kirmaşan

Bi dengê: Celaledîn Mihemediyan
Diyalekt: Kelhurî
271
Kirmaşan kirmaşan şehrê mohebetnîşan
Qeza lelîd diẅir bûdin bimînî sewzû cwan
Erê guranî çirim aman le baxê serwa
Wela barbod le naw taqê taq we san dey cwaw
Wela nekîsa iẅşêd aferînê bî hisaw

Erê le banê peraw kiẅyey bîstiẅin dyare
Wela ferhad le pejarey şîrîn şewbîdare
Kirmaşan kirmaşan şehrê mohebetnîşan
Le her hûzû her ayîn we yekcûr qewmû xîşan

Erê iẅşin camêcem ha naw seraw nîlufer
Xwezya seyl bikirdyaydin dengû basê axirser
Ta bizansityay çiẅ bûdin we rûjê mehşer
Erê hû hû hû bikem aman le kiẅyegey şahû
Wela dengê heqen heq tyeydin le ban dalahû
Kirmaşan kirmaşan xakid tutyay çawim
Le to berzû serberze hem nîşanû hem nawim
We wîrim nyeçûd yadit le bîdarîw xewm