Husên Sefamenş

Kirmaşan Kirmaşan

Bi dengê: Husên Sefamenş
Diyalekt: Kelhurî
374
’işqê pakê m tonî ’işqê pakim kirmaşan
Le ’işqê pakê to min sîneçakim kirmaşan
Netenya m ’aşiqim ’aşiqê xakê pakid
Dunya ’aşiqe ’aşiq ’aşiqê awû xakid
Kirmaşan ay kirmaşan ey dyarê xweşnîşan
Qiblegay ’aşiqane bîstiẅnû taq we san

Serawê nîluferd bihşitê rûy zemîne
Baxeylê dilinşînî le yasemen rengîne
Çawê gen lelîd dûr bûd ey weharê gulfişan
Ta qyamet bimînî ’işqê pakim bî xezan
Kirmaşan ay kirmaşan ey dyarê xweşnîşan
Qiblegay ’aşiqane bîstiẅnû taq we san

’işqê pakê m tonî ’işqê pakim kirmaşan
Le ’işqê pakê to min sîneçakim kirmaşan
Netenya m ’aşiqim ’aşiqê xakê pakid
Dunya ’aşiqe ’aşiq ’aşiqê awû xakid
Kirmaşan ay kirmaşan ey dyarê xweşnîşan
Qiblegay ’aşiqane bîstiẅnû taq we san