Hassan Zirak

Lêm Zîz Buwe 2

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
279
Kirasî çîtî lemseye ew jine cîranî meye
Cwanê ew jine cîranî meye xanim ew jine cîranî meye
Boxoy zor şox û şenge bimirim qedbarîk delêy neye
Hawar qedbarîk delêy neye
Lêm zîz buwe çawkejalim zulf şor û gerdin be xalim
Kabra be heyranit bê gyane birîndarim birîndar
Piştênî çîtî ale qedî delêy şimşale
Ey wey qedî delêy şimşale gyane qedî delêy şimşale
Ne ’eybe ne îrade çî bikem halim leboy bê hale
Ey wey halim leboy bê hale
Lêm zîz buwe çawkejalim zulf şor û gerdin be xalim
Kabra be heyranit bê gyane birîndarim birîndar

Piştênî çîtî reşe gerdinî wêney wenewşe
Xanim gerdinî wêney wenewşe gyane gerdinî wêney wenewşe
Le guley mêrdit metirse ewcar bom were hewşe
Gyane emcar bom were hewşe gyane dû car bom were hewşe
Lêm zîz buwe çawkejalim zulf şor û gerdin be xalim
Kabra be heyranit bê ax birîndarim birîndar

Hatûm lelay nelênê xews le minit nestênê
Cwanê xews le minit nestênê gyane xews le minit nestênê
Awrî le min berdawe sûrequrîngî germênê
Bimirim sûrequrîngî germênê
Cergim hemûy let lete hetîw boye xwên dedelênê
Hawar boye xwên dedelênê
Lêm zîz buwe çawkejalim zulf şor û gerdin be xalim
Kabra be heyranit bê wey birîndarim birîndar

Çawit estêrey rojê ebrot le xew demênê
wey wey ebrot le xew demênê [gyane ebrot le xew demênê]
Temena dekem le xuda rebî le minî nestênê
Hawar rebî le minî nestênê gyane rebî le minî nestênê
Lêm zîz buwe çawkejalim zulf şor û gerdin be xalim
Kabra be heyranit bê gyan birîndarim birîndar
Ne ’eybe ne îrade rûbendit bo min lade
Cwanê rûbendit bo min lade bimirim [rûbendit bo min lade]
Bew pencanet bimşêle bew kolwanet pêm dade
Lêm zîz buwe çawkejalim zulf şor û gerdin be xalim
Kabra be heyranit bê gyane birîndarim birîndar