Hemin Mukriyani

Îşq û Azadî (Egerçî Şew Direnge)

By: Hemin Mukriyani
Dialect: Sorani
537
Egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir
Ke wa emşew serî helda le naxmida xemêkî tir
Le bade em jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw
Be çî dyare ke deybînim şewêkî tir, jemêkî tir
Ewende derdedarû bê peristarim ke pêm waye
Leser kêkî tememin helnakirê taze şemêkî tir
Gelêkim rojgarî talû şîrîn rabward, axo
Merg mewda deda dîsan bibînim serdemêkî tir
Geyştime ser tiropkî arezû rojê, keçî rwanîm
Le pêşmidaye zerdû mahû sextû estemêkî tir
Heta çarşêw beser towe debînim nazenînî kurd
Beser bîbîlekey çawî mina dekşê temêkî tir
Nema xanî heta çîrokî ’îşqî ême darêjê
Dena hêşta le kurdistan dejîn zînû memêkî tir
Pepûley xoşewîstîy min le şwênê nagrê aram
Denîşêw balî debzêwê leser sînew memêkî tir
Hezar hênde perêşanû syaçare bijîm hêşta
Lenêw dilda heme awatî xalû perçemêkî tir
Hetakû dwapşû rêbwarî rêgay ’îşqû azadîm
Eger bêcge le nakamîş nebînim berhemêkî tir
Ke firmêskim leser ruxsarî kîjî dilişkaw bînî
Gutim yaxwa liser sûrgul nebînim şewnimêkî tir
Şewêkî çawenwarit bûm nehatî gyanekem wîstit
Minî dil naskî şa’îr bigêrim matemêkî tir
Xidir nîm bo temen şît bim be kanîy jînêda nûsêm
Ewendem jîn dewê ta dem denême nêw demêkî tir
Be to çarey çilon dekirê derûnî pir le nasorim
Xesarî bo dekey duktorî zana merhemêkî tir
Beharû gul, kiçû mangeşew, şî’rî terû bade
Lewey zyatir cenabî şêx gerekte ’alemêkî tir