Muhammad Mamle

Gewherê Wey Gewherê

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
401
Dyare şertim perîwe tabî dûrît nahênim
Le to nagirim hîç ’eyban xom beser xomî dênim
Behare zêrû zêw dê gyane herçî bilêy bot dênim
Malî dunyam boçîye çawî lê naquçênim
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyan hey bilê le dway çi wêlî

Espe kwêtî zîn dekem derom deçim bo rawê
Qamçyan le rast dadexem bo xom degirim ser rawê
Çûnkê memlûl kewtuwe le kilkey palesawê
Min rawim be taw bward gyane le yar ne wek le rawê
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane malwêran le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyan malwêran le dway çi wêlî

Ewsal hewt salî sexte leser to rawestawim
Be mekiroyan firîwim medew melê be çawim
Leser hîçû xorayî be xerapet bird nawim
Silawîşim lê kirdî mestênewe silawim
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî

Serrawim buwete berraw nabînmewe temalê
Reşme leser espî kwêt lexora dademalê
Nehatî rûy têkirdûm kewtûme aşbetalê
Teyrî bextî min royî gyane şeqey da le şabalê
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî

Yarim be dil xoş dewîst qewlêkî degel bestim
Bedqewlî way lê kirdûm ’ehdû peyman nebestim
Taze awrit wê nadem ke tewaw bê, behestim
Gulêkî beharî bûy ba firandî le destim
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ca bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyan kes bilê le dway çi wêlî