Hassan Zirak

Gewherê 2

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
263
Erê le min heram bî her wek şerab le şêxan
Ruhmî xudat le dil nîye kafrey bê dîn û îman
Eger qewlim dedeyey berast bom were kewan
Dena bew le’nete bî ke xuda kirdî le şeytan
Gewherê gewherê *??? deba bimirim
Besim tanem lê bide bergey teşer nagirim
Rojê bîst û dû caran min leber dû çawit demirim
Derdit le malim kalê kezyet bendî reşmalê
Sê gerz be gezî kurdî baskim le gerdinim halê
De biro babit razî bike daykit bo min hîç nalê
Kiçê pêm ’eybe û pêm îrade lebot bikem male û malê
Gewherê gewherê xerîbim deba bimirim
Besim tanem lê bide bergey teşer nagirim
Entîke û zêdelawe dûre lêy bikem silawe
Sîngit penîrî kurdî zulifit gyabend û xawe
Kelekey çepim kune lêw’alê be mist lêydawe
Eger nabî be yarim xudahafîz mal’awa
Gewherê gewherê xerîbim deba bimirim
Besim tanem lê bide bergey teşer nagirim
Erê sîng karxaney myandiwawê dinyam be bê to nawê
Sêber le min heram bê ba bisûtêm leber tawê
Beheştî baqîm bidenê wela min bê balay tom nawê
Awrî le min berdawe bejnî şetlî lewlawê
Gewherê gewherê xerîbim deba bimirim
Besim tanem lê bide bergey teşer nagirim

*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin.
Zor sipas