Hassan Zirak

Berhelbêne

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
298
Qet nebû bilêy danîşîn tozê bikeyn ra û tegbîr
Qet nebû bilêy dabnîşîn tozê bikeyn ra û tegbîr
Sed nehlet le halatim dest le memkan dekem gîr
Ca çî bû melê babim eto cehêl û emin pîr
Erê lêyde berhelbêne

Berhelbêne û berhelbêne berhelbênekey kirawe
Berhelbênekey kirawe herîre û bay nedawe
Qerarim kird be dû maç rawesta û bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Be sistim qet mezane û be jînim deyperistim
Be sistim qet mezanin be jînim deyperestim
Destim gêra berokî cût memkî kewte destim
Hawarî kird wey daye lepir serpencey gestim
Erê lêyde û berhelbêne

Be serxoşim mezanin be jînim deyperistim
Destim gêra berokî memkoley kewte destim
Hawarî kird wey daye lepir serpencey gestim
Erê lêyde û berhelbêne erê lêyde û berhelbêne
Erê lêyde û wawey bêne
Berhelbêne û berhelbêney xam herawe her deroy û dekirawe
Qerarim kird be dû maç rawesta bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Zîze yarî mehweşim detkê firmêskî geşim
Le dinya xoşîm nedî bedbext û çarereşim
Erê lêyde û berhelbêne
Berhelbêne û berhelbêne berhelbêney xam herawe
Berhelbêney xam herawe her deroy û dekirawe
Qerarim kird be dû maç rawestam bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne erê lêyde berhelbêne dîsan lêyde û berhelbêne

Se’at le heşt û hewt dîtim û çawim pêykewt
Girtim be zulfîmda kird ’etrî heftad û hewt
Girtim dû maçim lê send daykî zanî û rêm kewt
Xuda bewe ruhmî kird sersimêkî da û kewt
Ger bihatba û nekewtiba sed darman lê dekewt
Erê lêyde û berhelbêne
Berhelbêney xam herawe her deroy û dekirawe
Berhelbêney xam herawe ke deroy û dekirawe
Qerarim kird be sê maç rawesta û bom girê dawe
Erê lêyde û berhelbêne

’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Sîngî penîrî kurdî zulfî gyabend û xawe
Kelekey çepim kune ew kiçe be mist lêydawe
Mangî çarde ewî dî xecalet bû gerawe
Eger nabî be yarim xudahafîz malawa
Erê lêyde û berhelbêne
Berhelbêney xam herawe her deroy û dekirawe
Qerarim kird be dû maç rawestam bom girê dawe
Erê lêyde û berhelbêne erê kulimit wek awêne
Xerîbim memrencêne sîngî çepit*??? derbêne ew segbabey medwêne

Wexte şêt bim le tawit be surmey cûtê çawit
Wexte şêt bim le tawit dabênim zulfî xawit
Wexte şêt bim le tawit

*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin.
Zor sipas