Jalal Malaksha

Xoşewîstî

By: Jalal Malaksha
Dialect: Sorani
497
Xoşewîstî min
Çon berayî da
Çawekanit wa bibînê min be tenyayî?

Xo dilî min
Kotrî bin gwêswaney çawekey to bû
Netezanî min be bê to
Rohî nesrewtim?
Wek gulî nêw şorekatî werzî bêbaran
Zir dejakê sîs debê demrê

Sed mixabin
Min ewîndarî hejarû to le xobayî
Êste sergerdan
Wa depêwim kwêrerêy sextî jyanî tûş
Twêşe xalî
Des betalû qalbêkî bêdlû hestim
Îtir em talawe badeş oqre nabexşê

Min tejî derdim
Nuqmî halawî xeyalim
Şa’îrêkî şewgerî mestim
Renge nemnasîtewe em care bimbînî

Befrî werzî xem
Dolî dilmî kirduwe cêgey rinûy matem
Win buwe sîmay zemanî lawetîm
Tenya tapoyek mawe
Tapoyêkî nêw mijêkî xolemêşîy xem

Renge çarenûsî min wa bê
Wek çilon tenya le dayk bûm
Her be tenyaş rabwêrim jîn
Taze axir her be tenyayî
Ser binême baweşî mergû
Bayequş le kawlaşî nêw dilî xomda
Bom bixiwênê sûretî yasîn

Xoşewîstim katê min mirdim qet mepirse
Çon be bê to jînim têper kird
Jîn nebû her sate mergê bû
Qet hewalî şwênî mergû
Gorekem le kes mepirse
Bes min belênim birde ser
Peymanekem neşkand
Katî mergîş dwa henasem
Her be yadî towe helkêşa

Dwa wişem her nawî to
Her nawî to
Her nawekey to bû