Muhammad Mamle

Mû Napsênim û Nawêrim

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
319
Emin demgut le dinya ta bimênim
Leber kes esteme ser danwênim
Keçî êsta le dawî biskî toda
Giriftarim gulim mû napsênim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey başt bo nekirdim

Jyanim pir le rencû namradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hepsî înfiradî
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey başt bo nekirdim

Qerar bû bêy legel xot şadî bênî
Nehatî, gerçî pêt dabûm belênî
Le nêw kurda nebû peyman şikandin
Le kwê fêr bûy gulim peyman şikênî?
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey başt bo nekirdim

Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit, beyadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na gulî min
Şika estûndekî tawlî miradim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey başt bo nekirdim

Delê min boye şîrîne nawim be galte zor kes kewtuwete dawim
Ax balexaney çom dil dêwaney tom ’alem deyzanê şew hawsaney tom
Ewşo ke befrû baran debarê girme girmî dê hewrî beharê
Ax ewey dabût pêm yek yek lêt estandimewe
Her hîsabî heşir ha we lamewe
Serim seng dekey jêrman xak dekey
Ke min deng nakem dîsan to deng dekey
Hawar ya xews sey tehay şemzîn
Bigey be firyad erê bew diley xemgîn

Nawêrim bîguşim bîmjim lîmokey kale
Destyan lê meden azîz şilkew mindale seryan be xale

Xoşî salanim gyane ewsal nemawe
Cergim pola bû cwanê le swêy to twawe
Leser to twawe
Nawêrim bîguşim bîmjim lîmokey kale
Destyan lê meden azîz şilkey mindale seryan be xale
Dûr mebe leylam azîz bêmeylît