Mala Hossien Abdulazada Muhammad Mamle

Şîrîn û Şîrîn û Şemame 2

By: Mala Hossien Abdulazada and Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
340
Feslî deçîye hemamê karê wa bike bitbînim
Bo qyametê zor çake pêy qaym debê dînim
Ya rebî bexêrêtewe yarî giranû sengînim
Şîrînû şîrînû şemame şemamey kurdistanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî

Girmey dê delêy baye hey le xalî leylaye
Leber giryanû zarî şewû rojim xew naye
Seydî de bilê boy şêt bim boç dedwêy de dunyaye
Şîrînû şîrînû şemame şemamey kurdistanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî

Min hezretî xidir nîm ’umrêkî tûlanîm bê
Lêqewmawû feqîrim hîçkes be destim nabê
Hat rabird bejnê barîk yaxuda be çaw nebê
Şeş dang mulkî mukiryan qurbanî çawêkî bê
Şîrînû şîrînû şemame şemamey kurdistanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî

Sablaxim be dem firoşt bo gulû gwarew kirmekî
Deber ew sîngey demirim buwete befrî kurtekî
Be maçêkî herzane maxsalîw sûrçîw erkî
Şîrînû şîrînû şemame şemamey kurdistanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî