Kamal Muhammad

Kurî Şîrînim

By: Kamal Muhammad
Dialect: Sorani
412
Kurî şîrînim metirse cêt nayelim
Were bedway şilpû wirî qaçe manduwekanî mina
Lêm win nabît
Eweta şaxû deştû dol
Şestew rehêlew baw boran
Çokî be giştyan dadawe
Bawke kol be kolekeşt
Be gij girmey hewra deçêw
Çarey reşî dawete ber riqî agir î çexmaxe
Hêy hêy hêy

Pê helgire pê helgire, agadar be lêm win nabî
Role nazdarekey daye, cûce şîrînekey babe
Dilnya be
Tirist le xêwî xeyalû le dêwî efsane nebê nebê nebê
Lem hatne bê şumare
Lem koçe gele yekcare
Lem dîmene xeyalîye
Ke mêjû bê wî xalîye
Tarmayyekan tarmayyekan tarmayyekan
Lejêr taşeberdî sipîw dewenî reşû kilora le tirsana hemû heldên

Petokey kolit tund bigre lêt nekewê
Her bigeyne bin dîwarêk
Asarê konehewarêk
Legel pêlûy çawekanma bot deguşim bot deguşim
Hêy
Ke birsît bû nextê nanî reqim pêye
Be şekirî rohî minewe bîkirmêne
Ke sermat bû baweşî min
Agir î kizey cergî min berqerare berqerare
Be bejnî wirdû mandû ta serinc dedem
Beser çawe geşekanta çêjî ’îbaret derêjîy

Wekû tawanêkit hebê pel dehawî
Xot be gewreyek ezanî
Begerdêkî gerdûn nabî
Destim bigre destim bigre ezgurî te
Lêm win nabî

Bese zîtey çawekanit
Binwe kurim wa beyane
Binwe kurim wa beyane
Hewr egrîw hajey çemîş
Legel baran nobeyane
Legel baran nobeyane
To singî babe lêfete
Minîş baran minîş baran
Şewgarit şad
Binwe kurim wekû caran
Egerçî tawe terzey şûm kezîyekanî
Perde kuley mergî mine ta beyanî
Serû şanî babe to xoş ke mîhrabe
Beser toda danewîwe piştî babe
Eger carêk dilopê aw be hêmnî maçî kirdî
Bizane firmêskî mine xilîska be milî wirdî
Bizane eşkî babeye serî kirnoşî bo birdî
Debim be xorakî jyanit mehrûmit nakem lem cejne
Be gezî ahem depêwim qate cilê pir bem bejne
Legel ’alemû temenî xeyalîta xeyalîta
Egrîm beser çarey reşî minalîta minalîta
Cejnaneket le miştaye
Nazanî hestit derbirî
Çawerêy bûkî beyanî
Tîşkî hetawî pê bikrî
Tîşkî hetawî pê bikrî