Muhammad Mamle Nasir Razazi

Zara Gyan Dîdem Zara

By: Muhammad Mamle and Nasir Razazi
Dialect: Sorani
410
Ax her le hewraman ta qelay qazî ey wey zara gyan dîdem zara
Şeqey maçû mûç xirîngey desbazî ey wey zara gyan deydem zara
Ba nerwa yare bew lencew dyare fênkî êware ew gwê be gware
Şahîdîm bo biden dil bêqerare ey wey zara gyan dîdem zara

Xo to xot fermût min bêwefa nîm de were zar gyan dîdem zara
Bêwefayyeket be çawî xom dîm ey wey zara gyan dîdem zara
Ba birwa yarim bew lencew lare subhû êware maç qerizdare
Şahîdîm bo biden le guley xesare de were zara gyan dîdem zara

Heta cwan bûm fire pîr nebûm wey wey zara gyan dîdem zara
’aşiq be baz bûm sonegîr nebûm wey wey zara gyan dîdem zara
Ba nerwa yare bew lencew dyare fênkî êware ew gwê be gware
Şahîdîm bo biden dil bêqerare ey wey zara gyan dîdem zara

Meger nalînim hatote goşî kewa kirdûye terkî sûrpoşî
Felek toş ’aşiqî wek min ke emşew xerîkî nalew giryew xiroşî
Mede we’zim le tobey ’eşqî zahîd eger saheb kemalû ’eqlû hoşî
Le min bedtir ebî bîlla eger toş şerabî destî ew yare binoşî

Le bedbextî xom wa ra ebînim ey wey zara gyan dîdem zara
Biçme ser sîrwan hîç aw nabînim ey wey zara gyan dîdem zara
Ba birwa yarim bew lencew lare subhû êware maç qerizdare
Şahîdîm bo biden le guley xesare de were zara gyan dîdem zara

Xuda helkenî ew kêwe le bin wey wey zara gyan dîdem zara
Belkû peyda bê ’emrû dîdey min ey wey zara gyan dîdem zara
Ba nerwa yare bew lencew dyare fênkî êware ew gwê be gware
Şahîdîm bo biden dil bêqerare ey wey zara gyan dîdem zara

Xuda bîzanê min bo to çonim hey wey zara gyan dîdem zara
Sed kûrey agir
hay le derûnim de were zara gyan dîdem zara
Ba birwa yarim bew lencew lare subhû êware maç qerizdare
Şahîdîm bo biden le guley xesare de were zara gyan dîdem zara