Khero Abas

hêvî û evîn

By: Khero Abas
Dialect: Kurmanji
267
Xemla xwe xerab neke yarê
serê xwe veneke yarê
Bê evîn nemîne
Bê hêvî nemîne
evîn jiyan e yarê
hêvî jiyan e yarê
bê evîn namîn im
Bê hêvî namîn im
hêvî jiyan e yarê
evîn jiyan e yarê

Rojên reş wê bi dawî bibin
hêvî derda wê ji dil bibin
Jiyan wê ji nû ve bixemle
Wê dîlan û şahî çêbin
Bê evîn nemîne
Bê hêvî nemîne
Evîn jiyan e yarê
Hêvî jiyan e yarê
bê evîn namîn im
Bê hêvî namîn im
hêvî jiyan e yarê
evîn jiyan e yarê

Veneke= baz make
Xeml= ciwanî, rengînî
Hêvî= hîwa
Dawî= kotayî, tewaw bûn