Basit Hamagharib

Giryanî Nîweşew

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1014
Şewane ew demaney şew degate katî nîwey şew
Xelk nûstû le çawî min keser dîsan rewandî xew
Sikûtêkî besam sertaserî em dêye dadegrê
Delêy her zîndewarêkî heye lew dêyeda demrê
Le hîç la xişpeyek naye, çiray malêkî nayîsê
Be’espayî le mal dême derê dexuşim wekû nîsê
Tekû tenya be’aramî deçim bo girdekey ber dê
Bedlitengîw kizû xemnakî radekşêm leser berdê
Dekem ca seyrî estêranû heldemjim şiney şewba
Şewû bêdengî çend xoşe, hemîşe xozge her şew ba
Wekû awalî çak estêrekan gwê radedêrin bom
Heta boyan beyan kem mû bemû razî derûnî xom
Kulim heldestê ew carew leber derdim denalênim
Heta awrî dilim dekujêtewe esrîn debarênim
Şewane ger nekem ew şîwenû nalînû giryane
Desûtênê wicûdim agir î em cerge biryane
Belê giryanî nîwey şew deka nasorî dil merhem
Kulû kom dademirkênêw becê dêlê dilî min xem