Khashayar Rashidi

Bew Dermanim Bike Gişkes

By: Khashayar Rashidi
Dialect: Kalhori
268
Kanî serdey gewracû
Wefraw le şax şahû
Berzî çiẅ ney dalahû
Bew dermanim bike gişkes
Bew tîmarim bike leylî

M îlaxim tu suweylî
M pir şewqim tu kem meylî
Axim leylî daxim leylî
Bew dermanim bike gişkes
Bew tîmarim bike leylî

Payîz hatye we qînewe
Bû nayewe perçînewe
Tu wey zulf çîn çînewe
Bew dermanim bike gişkes
Bew tîmarim bike leylî

Payîz wew derdû daxewe
Bû naye we îlaxewe
Ber neyşitye we baxewe
Bew dermanim bike gişkes
Bew tîmarim bike leylî