Salah Dawda

Hatewe Xanzade Xan

By: Salah Dawda
Dialect: Sorani
277
Hatewe şoxî şîrîn yaxwa bexêr bê
Derkewt larû lencekey encamî xêr bê

Nazkoley nazenînim xanzade xan bê
’aşiqî kanî askan yaxwa bexêr bê

Ew şuwey narezayet dek be mîrat bê
Koçî sûrî bûkênît berew bawan bê

Be naheq le destim çûy dek daykit kwêr bê
Ew memkey zerdebeye deba boxom bê
Çîm wit le min dilgîr bûy zubanim lal bê

Imca xo to qewlit kird bêyte eyrane
Awe legel xom etbem bo şarî bane
Hatewe şoxî şîrîn yaxwa bexêr bê
Bimbexşe çawî kalit çawêkit lêm bê

Nazkoley nazenînim xanzade xan bê
Askekey kanî askan yaxwa bexêr bê

Le dway gişt şewê şefeqêk tê
Nazanim şew min şefeqî keye
Çexmaxey siklî dilim ger bikewête çya
Desûtênê darû dirext takû masî le derya

Hatewe şoxî şîrîn yaxwa bexêr bê
Bimbexşe çawî kalit çawêkit lêm bê
Bimbexşe çawî kalit *??? lêm bê

Ew şuwey narezayet dek be mîrat bê
Koçî sûrî bûkênît berew bawan bê
Hatewe xanzade xan encamî xêr bê
Derkewt larû lencekey yaxwa bexêr bê

*???=wişeke boman rûn nîye tikaye eger lêy têdegen bomanî binûsîn
Sipas