Zahir Jalal

Fatme Dû Çawî Mesitt

By: Zahir Jalal
Dialect: Sorani
258
Qet nedey azarî gyanî mestû bêdaranî şew
Xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew
Ey kiçî xwawendî cwanîw ey çiray dîwanî şew
Xow biparêze le ahî dil birîndaranî şew
Nek xwa nekerde gîra bê du’ay nalanî şew

Fatme dû çawî mestit pir telîsmî cwanîye
Pir şerabî xoşewîstîw ’areqî yezdanîye
Fatme dû çawî mestit şêtî kirdûm fatme

Bejnû balaket nimûney heykelî yonanîye
Larû lencet mosîqaye besteye goranîye
Fatme dû çawî mestit şêtî kirdûm fatme

Gerçî dildarî le xakî êmeda efsaneye
Gerçî dildarî le ’esrî tazeda efsaneye
Her betenya bo kurî xawen telarû ’aneye
Gyanekem emma dilî min lew dile şêtaneye
Bê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneye
Fatme dû çawî mestit pir telîsmî cwanîye
Pir şerabî xoşewîstîw ’areqî yezdanîye
Fatme dû çawî mestit şêtî kirdûm fatme