Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewêZor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewêMin gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuweXakî meydanî xebat rengînî xwênî min buweDamenîşe daye gyan bo hatnî min çawerêDilnya be, besyetî, bo dengî derga megre gwêDaye gyan swêndim be firmêskî geşû êşî dilitDaye gyan swêndim be cewrû meynetî bê hasilitMin demêke cergî sûtandûm henasey serdî gelDilpirî kirdim xemî deskurtîw reng zerdî gelMin kurî kurdî şehîdî rêy xebatim daye gyanKotrî xwênîn perî baxî wilatim daye gyanDaye gyan ew kîjey wa etwîst be bûkî to bibêtXot bide pîşanî carêk ba be hîway min nebêtTakû bitbînê ke reşpoşî le ser ta pateweBelkû birwaw dilnya bêw min lebîr bibateweDaye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewêZor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê