Pêşkevin em serfiraz in miletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin yan jîna Kurdî
Wa miletê Kurdî
Ala rengîn bo te deynim ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Wa miletê Kurdî
Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan û xwînfiroşê axa welat in
Wa miletê Kurdî
Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa miletê Kurdî
Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim
Wa miletê Kurdî