Muhammad Mamle

Leber Nazî Çawbazan

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
299
Leber nazî çawbazan xwardnû xewm xwênawe
Be tîrî tîrendazan çibkem cergim birawe
Be derdî bê dermanî, kewtûme sergerdanî
Be cwabî lin tiranî çibkem cergim birawe

Ey awêney dilberî, zarit gul zulifit zerî
Ba henasem netgirê, rûy xot bêne bem lawe
Bes ’umrî min be bade, rût bêne zulifit lade
Dil boye namurade, bew şewe roj gîrawe

Zulifit cêy bêqeraran, rût rojî şewbêdaran
Aman ey şay gulzaran, ruhmêk ta rohim mawe
Ba şew birwa seher bê, baxî gulan weber bê
Ger to meylit le ser bê, kafir îslamî nawe

Destim le tay zulifit dabû belam nemzanî
Boç demkujî xo qurban pirdî sîrat nepsawe?
Le ser taqî dû ebrot meylî zulfan demkêşê
Xo wexte min kafir bim, çibkem qîblem gorawe

Leber çawit nemzanî, bê baxeban gulçînim
Mest bûm hoşim lê nebû, demim bo rût hênawe
Hatim be boney xalit, tûşî dawî zulifit bûm
Teyrêkî nabeled bûm nemzanî danew dawe

Tu xuda dilim meşkêne, ba bizanim rût wa bêne
Rûte ya gulî henare? ya şekire sêwî xawe?
Le sayey çawekanit bûme rendî xerabat
Lelay pîrî meyxane xerqem le girew mey nawe

Îmro sebay muradan kasî kirdim nemzanî
Ne ’etrî nafey çînew ne bonî zulfî xawe?
(cergim let letin wek kotey qesab
Birînim zorin nayene hîsab
Şewan xelweten mal bê exyaren
Gişt ’alem xewtûn yar xeberdaren
Tawsî çetirbaz tawse şînekem
Rewşenî heyat dinyaw dînekem
Ya reb to hecew kelamula key
Ew xemey le dilim tertû tûna key)

Wextê areq derêjin bo kuştinî wefayî
Be gulî kulmet swênd dexom gerdin şûşey gulawe
Qeytanî dû lêwanit bendî cergî pisandim
Kufirit lelam zahîre ruhimit lela nemawe
Silawim kird le yarê, be dilêkî xemgînewe
Be lefzêkî zor şîrîn cwabî silawî dawe

Şêtû şeydaw sehrayî, degrîm herwek wefayî
Çibkem lew diley sewdayî, perîyan destyan lêdawe?