Ja'far Mamle

Leber Nazî Çawbazan

By: Ja'far Mamle
Dialect: Sorani
240
Leber nazî çawbazan xwardnû xewm xwênawe
Be tîrî tîrendazan çibkem cergim birawe

Bes ’umrî min be bade, rût bêne zulifit lade
Dil boye namurade, bew şewe roj gîrawe

Hatim be boney xalit, tûşî dawî zulifit bûm
Teyrêkî nabeled bûm nemzanî danew dawe

Şêtû şeydaw sehrayî, degrîm herwek wefayî
Çibkem le diley sewdayî, perîyan destyan lêdawe?

Ey awêney dulberê, zarit gul zulifit zêrê
Rûy xot bêne bem lawe ba henasem netgirê