Basit Hamagharib

Rêjne

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1036
To belênim pê bide ta min berew jwan bibmewe
Bimdeye maçêkî ter lem lêwe, ba cwan bibmewe
Destî lerzokim heta têydaye hêzî bey guşîn
Lêm gerê tawê le baxî sîne mîwan bibmewe
Şengebêrî bisrewe firmêskî bê şwanî îtir
Renge hêşta lew çyaw zozane bo şwan bibmewe
Min gulî ser gorî awatî lemêjînem belam
Rêjnêkim lê bida pêm waye bo rwan bibmewe
Şêxî sen’an bo kiçî gawir le îslam wergera
Min xerîkim bo kiçe şêxê pejîwan bibmewe