Muhammad Mamle

Esmeran Dulberan

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
309
Erê çen salan şêtî wî bûm bo wî ’umirim be ba da
’aşiqî kîjêkî cwanim esmerew rengî şade
Le min wek roj ’eyane belênê be kes nada
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Xo min çomî kelwê nîm serçawî awî lendî
Firmêskim dêne xwarê wek befrawî sehendî
Yarî min gelêk cwane xwên şîrîne wekû qendî

Erê zêrnokû miryemokin deron deçnin helalan
Hewt qetarî wiştiran nardûmete *???
*??? dênin le bo cilkî çaw kalan
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Dergay serseray ’îşqit le ’aşiqan damexe
Çawit gelêk be xumarin we bin rûbendî mexe
Kîjoley em zemaney le’lû mercanyan nirxe
Ba suknayî dilim bê goşey çawit weder xe
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

*???= nazanîn goranîbêj lew wişane çi delê, tikaye eger botan rûne pêmanî bilên
Sipas