Hassan Zirak

Newroz

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
801
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cêjnêkî konî kurde û be xoşî û behatewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde be xoşî û behatewe

Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde be xoşî û behatewe

Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cêjnêkî konî kurde û be xoşî behatewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde be xoşî û behatewe

Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde be xoşî û behatewe

Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xwênî lawî kurde şebeq şewq edatewe*

Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde be xoşî û behatewe
Honrawe: pîremêrd
Deqî tewaw û dirustî honrawey newroz:
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Çend sal gulî hîway ême pê pest bû takû par
Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird
Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xwênî şehîde rengî şefeq şewq edatewe
Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Qelxanî gulle singî kiçan bê le helmeta
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn