Adil Nadiri

Meqamî Çya

By: Adil Nadiri
Dialect: Sorani
218
We ser kelê çyayêda ser ketim
Çya hawar dikir digrya
Çya gazî dikir digerya
We min nazanim çi katêk yane şewe ya roje temelûlane
Ahengî çya rûy le nemane
Sewzayî leser çya nemane
Reşayî le cêy hemû rengane
Reşî reşayî heway jyane
Gyanleber hemûy le hewlî gyane
Rêy hawar nîyew qatû qirane

Çya giştîye mulkî hemuwane
Bê çya jyan rûy le nemane
Ba çyakanman ahengî jîn bin
Bo ewîndaran lankî ewîn bin
Sewze ew kesey bo ewîn jya
Be ’eşqî jyan le dawên çya
Darêkî çandû gulêkî nya

Sewze ew kesey bo ewîn jya
Be ’eşqî jyan le dawên çya
Darêkî çandû gulêkî nya
Bendêkî şikanû kewêkî berda
Kotrêkî berda