Hani Mujtahidi

Namey Jakaw

By: Hani Mujtahidi
Dialect: Sorani
278
Ey awazî satî honînewey helbest
Bestew sazî ew şewaney ejîm sermest
Çît zanîwe, wa be carê lexobayît?
Bo, wek caran aşna nîye namey dwayît?

Bo tya nebû endêşey bîrêkî wird
Bonêkî xoş ya nexşêkî cwanî destikird?
Min bo naxî wişekanit be qûlî çûm
Hîç hestêkû mûçrikêkyan pê nebexşîm

Xoşewîstim!
Min emewê wişekanit
Bibziwênê çiroy hestim
Dilî mestim
Min emewê wişekanit yekcar ter bê
Wek dilî min tezû ter bê