Said Qandi

Yarê Çewxomar

By: Said Qandi
Dialect: Kalhori
232
Yarû dildarê minî nazenîn nigarim
Gulê gulzarê minî yarê çewxomarim
Bew dî yarê nazenînim we xemit esîrim
Kem cefa bike ezîzim to nyeçî le wîrim
Ezîzim bawanim era nyepirsî halim
Le diẅrîd sitemger xemîne qelbê zarim

Min esîrim we xemit tare rûjgarim
Le serê şew ta seher min çew intizarim
Arezûy dilim yese dobare to bwînim
Le feraqê to ezîzim bî dilû xemînim
Ezîzim bawanim era nyepirsî halim
Le diẅrîd sitemger xemîne qelbê zarim

Yarû dildarê minî nazenîn nigarim
Gulê gulzarê minî yarê çewxomarim
Bew dî yarê nazenînim we xemit esîrim
Kem cefa bike ezîzim to nyeçî le wîrim
Ezîzim bawanim era nyepirsî halim
Le diẅrîd sitemger xemîne qelbê zarim