Hisam Lurnjad

Badey Kamranî

By: Hisam Lurnjad
Dialect: Kalhori
280
Bew binîşe lam ezîzim bade nûşî ser bikeymin
Kîneyê dîrîne we mey we dilê yek der bikeymin

Kaseyê dil nagranî leserê xem bişkinîmin
Lîwê xoşkiman le badey kamranî ter bikeymin

Şaxe şaxe xweş biçnîm gul le baxê dilnewazî
Damenê dil reş key baxê laleyê ehmer bikeymin

Ne’reyê mestî bikîşîm bade nûşî ser bikeymin
Le gulbangê ’aşiqane guşê donya ker bikeymin

Bew binîşe lam ezîzim bade nûşî ser bikeymin
Kîneyê dîrîne we mey we dilê yek der bikeymin

Kaseyê dil nagranî leserê xem bişkinîmin
Lîwê xoşkiman le badey kamranî ter bikeymin