
Çend carim wit qestem exom
Jehrîş be dest to bê eyxom
Çend xoşewîstî to le lam
Ey nazenîn şîrîn kelam
Çend xoşewîstî to le lam
Ey nazenîn şîrîn kelam
Be qisey xoş dil bêne coş
Bimke serxoş
Çend carim wit
Bequrban
Bequrban boçî bem çeşne minit wa şêt û şeyda kird
Lenaw zumrey refîqan minit bem çeşne riswa kird
Çi bû sûç û gunahî min leylî ke wa kemlutfî derbarem
Çî bû sûç û gunahî min ke wa kemlutfî derbarem
Be naheq boç minit tûşî meraq û derd û sewda kird
Ke desberdarî dînim bûm be ’eşqit ’aşiqî dinya bûm
Gulim boçî minit bê beş le ’izzî her dû dinya kird
Çi xakê kem beser xoma le cewrî yar û tasey dil
Ke dilber her cefabexşe û dilîş her yadî dawa kird
Xerez bû ’eşq û dildarî newek cewr û cefay ’aşiq
Ke neqqaşî ezel bemcûre way to şox û zîba kird
Çen carim wit be dilî bê ’ar bê tobe ke megre dildar
Axrî wehat eka naçar a lem jînet eka bêzar
Megrî be zar bo dûrî yar
Medwêne yar çen carim wit