Le sîley qebran haware
Hakim bimda le sêdare
Qet nanêm meylî ew yare
Qet nanêm meylî nazdare
Le sîley qebran hay sizaye
Hakim bimkujêt lew qelaye
Nanêm min meylî leylaye
Qewl deda şew le jwanim naye
Teha lew rêzexalane
Bo min çakin ew çawane
Yarî xome lêm hay nebane
Xeber berin bo xizmanim
Awrê berbuwete xermanim
Şêwawe derî babanim
Wergerê balat hay bibînim
Ba derçê gyanî şîrînim
Yarebî min mergî to nebînim
Yarebî qet mergî to nebînim
Çawit çiray sehray çîne
Kulimit gulî nêw perjîne
Wek min dîm kafir meybîne
Çun swêsney baxî hewşîne
Wergerê awêzanit bim
Yarebî dest lemlanit bim
Rêm bike şew be mîwanit bim
Yarebî min be cîranit bim
Be dewrî nergisî mestit kesê neymawe meylî mey
Lebo şehdî lebî le’ilit denalênê dilim wek ney
Le tabî ateşî ’îşqit bikem nalew fexan ta key
Ewend sûtawim eslen tabî feryadim nemawe sa dey