Ey leyl ey leyl
’ezîzim, rohî şîrînim, dû çawim!
Deway zamî dilû cergî birawim!
Eto şa, min geda, dadim bipirse
Le zulmî çawî bîmarit kujawim
Desa lade serî zulifit leser rût
Ke rûtî rûtmû mayl be tawim
Ey leyl ey leyl ey leyl
Lebatî xwênî xom razîm be maçê
Desa bîde heta zîndûmû mawim
Ey leyl yar ey dad
Meken men’im le şîwen ey refîqan!
Ke mehzûnû xemînû dilişkawim
Le jînî xom umêdim qet’e nalî!
Ke sûtawe hemû cergû henawim