Aram Mistawfi

Henayî Kirduwe Pencey

By: Aram Mistawfi
Dialect: Sorani
388
Henayî kirduwe pencey be xwênawî dilî zarim
Eme renge şehadet bê ke kuştey destî dildarim

Gutim: aya be zarî xot depirsî halî zarî min?
Biroy hênaye yek, wek şiklî «la» ye’nî ke bêzarim

’eceb estêre şew heldê le tawî xusrewî xawer
Be rûy tom dîde helnayê şewû roj, erçî bêdarim

Tebîbî min debê dexlî hebê, sahîb îşaret bê
Meger çawit bizanê min leber çî mestû bîmarim!

Be serum wit ke raste serkeşû berzî, keçî lerzî:
Ke ferqîşim bigate asman bendey qedî yarim!

Le şîrînî eto, ey xusrewî textî zemîn, renge
Bigate asmanî bêstûn ferhadî hawarim

Birot balî huma sayey serî sultanî husinit bû
Xetit hatû witî: min nasîxî tuxrayî xunkarim

Serapa herwekû helqey zirê perwêzeyî xwênim
Be yek yek tîrî mujganî zirê dozit birîndarim

Hemayêl ke demî têxit le helqey gerdinî nalî
Meger têraw bibim bew renge, tînûy sa’îdî yarim