Nazdarim çende cwane
Were were were were ba bizanim
Qijî pertû pexşane
Were gyan were gyan çawciwanim
Yarim wa hat be lence
Were were were were ba bizanim
Memkoley çende qince
Were gyan were gyan çawciwanim
Yar derwa xoy deşnênê
Were were were were ba bizanim
Be lence dil derdênê
Were gyan were gyan çawciwanim
Şêxî germênû kwêstan
Were were were were ba bizanim
Xwaye le minî nestênê
Were gyan were gyan çawciwanim
Balat berze neşmîle
Were were were were ba bizanim
Boy nemawim dexîle
Were gyan were gyan çawciwanim
Çawciwan maçê kerem ke
Were were were were ba bizanim
Nemawim dil zelîle
Were gyan were gyan gyanekem