Abdula Pashew

Tofan

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
441
De dabeze, mayesîrît heltoqîwe
Kursî binit kirmû kerûy helhênawe
Dagerê lew şanşîney be hewawe
Wekû dûmel leser dilman helîdawe
De dabeze!
Temaşa ke çon kemtyare derpêdrû
Qasebrû be goştî xak mirekanit têm alawin
Bibîne çon çingû kelbey sîmû telbend
Bejnî deştû şanî şaxû demî dolyan heldirîwe
De bipirse gulegenim bo torawe
Kê samalî zerdexeney helbirîwe!
De dabeze!
De çawîlkey reş welanê
Dest le milî kursî kewe
Borîw tanker le yad bike çawquçanê!
Dir be alqey zurnajenû lêpokan de
De livînê, de tekanê
Bes gwê helxe bo ewaney
Çya be bay zig text deken
Boq dekene qaremanê
Zor na carêk
Karwanî camreşekanit cê bihêlew
Pêy pîrozit leser zewî cilşir danê
Be cadeyekda guzer ke tasey tya bê
Baderewe bo gerekê bo kolanê
Gwê radêre bo werînî mwellîdan
Biro seyrî qijrinînû lexodanê
De livînê, de tekanê
Zor na carêk
Dêrêk şî’ir burîngêne
Dest dirêj ke bo dastanê
Pêmereyek le xak gîr ke
Xiştêk leser xiştêk danê
De dabeze
De çawîlkey reş welanê
Wa tofanêk berêweye çi tofanê
Tofanî hezarezîley
Gedey birsîw mistekoley rû le kursîw
Rûy wek xezelî xezane
Tofanî koterey darû perdûy zincû
Perû balî helwerîwî rewezane
Tofanî kirasî reşû
Girmey heresî bêdengîw
Qirmey dergey qefezane
Ew tofaney min deybînim
Gwêçkey nîye boy bixiwênî
Lîngî nîye sindimî key
Qasey nîye têy bi’axnî
Milî nîye le darî dey!
Çî lê dekey?
De pêm bilê çî lê dekey?
Tofanêkew her mil denê
Demî nîye ta be parûy bermawey xot qepatî key!
Qûnî nîye ta be kursî kaxezînit xelatî key!
De dabeze
De dagerê
De çawîlkey reş welanê
Wa tofanêk berêweye min deybînim çi tofanê!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd