Hassan Zirak

Xanbacî

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
589
Saqî be xudaw be pêxember gulbacî
Be mîhrabî çawî dulber gulbacî
Xistûmye gêjî eskender xanbacî
Xanbacî wey wey xanbacî mero gulbacî
Hanê xencer lêmde toran yanê çî
Hanê xencer lêmde axir zîzbûn yanê çî

Ew çawaney mîslî bazin xanbacî
Mestû xumar pir le nazin gulbacî
Birjangit tîrî serbazin xanbacî
Xanbacî ey wey xanbacî mero gulbacî
Hanê xencer lêmde toran yanê çî
Hanê xencer lêmde axir zîzbûn yanê çî

Le tenhayî şewî jîna enêm hengawî kwêrane
Nîye destêk derim bênê le naw em gore wêrane
Le bêkesîw le bedbextî penam birduwe meyxane
Çun nîye cwanêk nîye şoxî serî gêjim binême ser dilî germî
Ke hîlakî leşim derka xewî ser baweşî nermî

Ta kiç bûy ’înwanit bû xanbacî
Mîslî şahan dîwanit bû gulbacî
Sedî wek min xulamit bû xanbacî
Xulamî çawî cwanit bû xanbacî
Xanbacî wey wey xanbacî mero gulbacî
Hanê xencer lêmde toran yanê çî
Hanê xencer lêmde axir zîzbûn yanê çî

Leser pirdê girtyan senger gulbacî
Destêk nîzamî xolbeser xanbacî
Lingyan damê destew xencer gulbacî
Leser dû çawî reş esmer xanbacî
Xanbacî wey wey gulbacî mero xanbacî
Hanê xencer lêmde toran yanê çî
Hanê xencer lêmde axir zîzbûn yanê çî