Abdula Pashew

Rûtan Reş Bê 2

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
414
Lem nîştimane çarereşeda
Çîtan hêştuwe dabeşî neken wek rezî xotan?
Her be şehîdan serman bilind bû
Ewanîştan kird be pezî xotan!
Nawêrim qelemêk helgirim
Nawêrim kirasêk leber kem
Rûtan reş bê
Xo rengekanîştan beş kird!
Bilêm xwêndikar ya qutabî?
Jin ya afret?
Rûtan reş bê
Ta wişey naw ferhengekanîştan beş kird!
Dû kenarî cawîdanî
Xanîw hacî qadirtan beş kird
Xakû awû agir
itan beş kird
Kwa? çîtan hêşt?
Kwa? kêtan hêşt?
Bigre qehpew dizû rêgirtan beş kird
Wek zirtekî gakojbedest
Nîştimanêktan kird be dû
Şar be şar gund be gund geran
Le her malêk agir
idanêktan kird be dû
Xelk mêjûyekî heye
Ême dû mêjûman heye
Hemû dinya yek serkirdey lê belaye
Ême lewîş dûman heye!
Gewreyne! le sayetan
Be’is lenaw demmanda zimanêke degerê
Be’is kelegayeke
Sibeynew êwaran le awezman deperê!
Kê bê be’is nenasê?
Ta dwênê hetîwêk bû zelamkuj, zilhorit, cirpin
Le say sertan hatewe
Hatewew kes naybînê
Wekû tarmayî mirdin
Lêman bû be «tî ên tî»
Çuwe naw seftey dînar
Legelman dête ser xwan
Cêman legel beş dekaw
Legelman deçête jwan!
Lenaw manşêtî rojnamekanda
Be’is debênim
Lenaw mewkîbî serkirdekanda
Be’is debênim
Le fiftî fiftî naw perlemanda
Be’is debênim
Le dîl kuştnû bera’et pêdan
Le zeng lêdanû dergelêdanî nîweşewanda
Be’is debînim
Le sayey êwe
Ewa çawêkim şayî degêrê
Çunke çawekey tirim rijawe
Le sayey êwe wa demarêkim şageşke buwe
Çunke demarî biray birawe
Le sayetan emro le şare dîlekem
Cemedanî pêşmergeyêk
Salehay sal tac leserêk
Zor nemawe leber çawim
Bibê be xûdey ’eskerêk!
Ewey deybînîn çima tazeye?
Katjimêrêke sî salî xişte qurmîş kirawe
Bê kelke sed car pêşû paş xirê
Çirke çirkekey şifrey mirdine
Le’netjimêre
Nawestê meger
Wirdû xaş kirê!
Zeng lê dedem
Kastan dekem
Pir be gerû deqîjênim
Le zongawan
Şepol dexeme ser paşû
Heway meyyû dewrûjênim
Dirk le çawtan radekem
Ta xew le çawtan bitarê
Xwê dekeme naw birîntan
Heta bête swê be carê
Lê nagerêm
Lê nagerêm
Lê nagerêm ew zamaneş aram bigirin
Ke sarêjin ya bê’êşin
Hestin
Menûn
Ême le naw peytûnêkîn
Dû hespî kwêr raydekêşin
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd