Homar Dizayi

Awate Mexmelîyekan

By: Homar Dizayi
Dialect: Sorani
867
Birya sewzegyay behar buwam êwaran pêş roj’awa
Ew kiçe cwane berxewane leserim rakşabwa
Birya min sirwey beyan buwam lêwî tom fênk dekird
Birya min heway asman buwam xom be naw demta dekird
Birya min awî rûbar buwam demişt leş û larî to
Birya min suxme û şelwar buwam demmijit cêy hestyarî to
Birya min awêne buwam xot degorî leber çawma
Cestey cwanit heldegîra le naw hest û henawma

Birya min peresêlke buwam le binmîçî malî to
Hêlaney xom dadebesta çaw le daney xalî to
Şew û roj tewafim debû be dewrî bejin û balat
Salane dû hecim debû le malî xwa û malî to
Bo em xewne mexmelyanem bo lêm nabin be rastî
Ta ew memk û simit û ranem biguşîbaye be destî
Bo jyan hênde be xeme boçî yek xoşîm nedî
Xo hîway min sade û keme deba carê bête dî
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî