Ger meylit hebê ey hawar nîzîk debêwe
Bo ’aşiq hîç nê nazenîn ew deştû kêwe
Hewrî le kol bazne le qol sîng nermû nol
Wexte le swêt bimirim
Bêtû razî bî cwanê gyan
Dêm helt degirim
Kewte ser şanî nazenîn desmalî serê
Xo min kuştey tom nazenîn lêm bêxeberî
Hewrî le kol bazne le qol sîng nermû nol
Wexte le swêt bimirim
Bêtû razî bî nazenîn
Dêm helt degirim
Şimşadû nêrgis wenewşen her sê
Çawî min boye lewan detirsê
Key taqet degirim be meylî dûrî
Meger xudawend bimda sebûrî
Balaberzekey nazenîn win bûy le çawan
Germayî dilim ey hawar berdî detawan
Hewrî le kol bazne le qol sîng nermû nol
Wexte le swêt bimirim
Bêtû razî bî nazenîn
Dêm helt degirim
Razî nîm hênde nazenîn piştên bestî
Zehmete ber bê nazenîn destim le destî
Hewrî le kol bazne le qol sîng nermû nol
Wexte le swêt bimirim
Bêtû razî bî nazenîn
Dêm helt degirim
Dile zelîl bî nazenîn zelîlit kirdim
Mihtac be derkî nazenîn namerdit kirdim
Hewrî le kol bazne le qol sîng nermû nol
Wexte le swêt bimirim
Bêtû razî bî nazenîn
Dêm helt degirim