Abdula Pashew

Awênoçke

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
372
Çima deşê
Lenaw awênoçkeyekda
Be yek çirke
Hemû gerdûn bedî bikey?
Çima deşê
Biçîte naw mangû xorî
Cêgorkê key be estêrey
Masîyek bît
Lenaw deryay kipî şînî?
Min lewsawe bawerim be perco heye
Ke dilope baranêkim
Be birjangî towe bînî!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd