Abdula Pashew

Tezbêh

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
440
Weres nabît!

Le şaxû şar

Tezbêheket her badedey

Denkekanî degêrîtû

Ewyan bemda demalîtû

Lepir emîş bewda dedey!

Hezar birya

Min demzanî bew tezbêhe çi dejmêrî

Ew seraney

Mîrxezebû tewr weşên perandîyan?

Ew milaney

Mil estûre dabestekan şikandîyan?

Ya ew rinuwe diroyaney komayek bûn

Her helyan da

Bûn be girdû êsta çyan!

Çi dejmêrîw tewaw nabê?

Ew tankere milhîzaney

Mîzeldanyan newtî tyaye

Qetar qetar awdîw debin

Heltek heltek

Her berêwen wek tajî raw?

Çi dejmêrî?

Şîşû şofil ya sondey aw?

Burxîw bizmar

Ya qellabew girêderî bêxmey xinkaw?

Çi dejmêrî?

Dergewanû perdewanû

Raportinûse xwênrêjekan

Ya bacgire le şaxû şar destinêjekan?

Çi dejmêrî?

Ew pêtextû mêtextaney

Lemla her xot talankerû

Lewlaş her xot samanyan bûy?

Ew enfalçîw wanekaney

Lemser dujmin

Lewser her xot mamanyan bûy!?

Çi dejmêrî 58 luxmekey garner?

Ya 140 qazûxekey pol birêmer?

Ew destaney demit

Lecêy dest bo birdin?

Ew pêkaney

Be sîhhetî celladanû qurbanîyan

Le yek kata noşt kirdin?

Çi dejmêrî?

Ew setaney

Le mawey çawquçanêka debne hezar?

Ya sifrî ew milyonaney

Wekû beraz

Detrekênû debne

Milyar?

Çi dejmêrî?

Çi dejmêrîw tewaw nabê?

Ew arbîcî beşananey

Wekû huştir yexyan dedey

Ya simêle babre geskiderekan?

Hunermendanî hunergend?

Roşenbîranî fişnibîr

Ya nûsere gûserekan!

Çi dejmêrî?

Qurgî gîraw?

Herfî xesaw?

Ya qelemî le baregaw dîwexanan

Maskû derpê pê dakenraw?

Çi dejmêrî?

Ew kesaney heltidêran

Ya ewaney

Lemewdiwa هەڵیاندەدەێری?

Birya set birya demzanî

Bew tezbêhe denk wirde çi dejmêrî!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd