Abdula Pashew

Destokekey Çemçemal

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
402
Le çemçemal bûm
Newetû dû bû
Bo behar direng bo hawîn zû bû
Sengerî dujmin çeşnî mar wabû
Tifengihawêjêk dûr pepkey dabû
Mindalêk destî wek toklelîmoy
Le destî daykî reşpoşî berda
Destî guşîmû kirdî be hî xoy
Îdî lewsawe
Tund tund girtûyew qet berî nada
Deparêmewe
Bo yek satîş bê azadim bika
Paranewkem derwa be bada!
Herçî degutrê
Herçî denûsrê
Leser azadîw bêperwayî min
Giştî efsane
Hemûy diroye!
Katî hatuwe danî pya binêm:
Qelemî minîş buwe be koyle
Ne rehaw azad
Ne serbexoye
Ewey deygêrê
Destokeyekî reqeley zerdî wekû lîmoye
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd