Abdula Pashew

Bo Dua

By: Abdula Pashew
Dialect: Sorani
398
Ewey ’aşiq bê pêy delêm
Ba bo tewaf her behzanû
Bo mirazîş her gorî to helbijêrê...
Çunke tenya ser be hozî pêxemberan
To asayî
Lebin kelbey azîzanî gyan despêrê!
Zirîkeyêk degate gwêm
Asman heldirheldir deka:
Çi qewmawe?
Çîye xwaye?
Qewlêkî mishefa reşe pêxust dekirê
Ya sûretekey herraye?
Çîye xwaye?
Sîpareyekî incîle recim dekirê
Ya gataye?
Çîye xwaye?
Çi qewmawe?
Çîye xwaye?
Şebeyxûnî mexolane bo ser me’bedêkî bûda
Ya zirîkey tewarêkî balişkawî bênewaye?
Çîye xwaye?
Parçeyêk nûr lew sakegore kewtuwe...
Hî du’aye ya meftene hetik dekirê?
Ew bizgurey daypoşîwe
Bizgurî ber kiçî mine
Ya bermalî xwanasane
Leber tifû berd baldegrê?
Êsta guman le çî bikem le çî nekem?
Êsta guman le kê bikem le kêy nekem?
Le her çil hezar pêxember?
Le kitêbe pîrozekan?
Le kirdigar?
Fîr’ewnekan dinyayan xward
Boçî mûsa dar ’esakey helnabrêw nayka be mar?
Ewa dîsan berdibaranî mecdelîye
Kengî mesîh dête hawar?
Bo şêx adî merqedekey cê nahêlê?
Bo gumbetêk minareyek be zewîda naçête xwar?
Ey min boçî natparêzim?
Azîzekem
Cigergoşem
Nîştimanî bin pêleqew bilokû dar!
Bo bilêsey qelemekem
Dewrandewrî cestey pîroz
Helnabestê şûrew dîwar?
Dek şermezar bim
Şermezar bim
Şermezar!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd