Pidram Shahlayi

Min Rêbazim

By: Pidram Shahlayi
Dialect: Sorani
410
Min alakey şorşî be xwên şelalî nûrî paşam
Min pênûse razawekey celadetim
Min awate xinkawekey bedirxanim
Wirey berzî serbexoyîm
Komarekey araratim
Debê bigem be awatim
Dyarbekirim, qet namirim
Min şêx se’îdî pîranim
Min balwêzî şêxî şehîd
Min dastanî zîndûy helom
Silêmanîm, heloy berdeqaremanim
Xewnî jinralekey barzan bote xewnû xulyaw pîşem
Çekî êsta sardonebûy hewal egîd
Wirey berzî mamerîşem
Min dêrsmû dyarbekrû qelay wanim
Min qamîşlûw mehabadû merîwanim
Kerkûk dilmew silêmanîw hewlêr çawim
Kirmaşanû sinew seqiz, tînû tawim
Belgew tapoy hemedanû wirmêw îlam
Xaneqînû muslû kifrî
Qurwew nexede wa lelam
Destêkim ala cwanekey komare sawakey qazî
Destêkîşim tifengekey kak fwade be şanazî

Min hetwanî birînekanî qasmilûm
Min laperey sertabepa sûrî mêjûm
Min rêbazim, min rêbazî şehîdanim
Kurdim xelkî kurdistanim
Zemawendim le qendîle, şayîm le deştî şarwêran
Le kobanî pencey bûkî nîştimanim rengîn ekem
Gerî helperkê le sinew banew bokan
Leser şaho le dalaho wiçan edem
Dimdim erazênmewe
Bûk le şengal egwêzmewe
Govendêkî wa saz ekem
Serçopî le helebce bêw dû destimale le serdeştû gawanî le zaxow dihok bigêrmewe
Bejnî hemû şehîdanim
Be alay berzî rizgarî, yek yek eyanrazênmewe
Min rêbazim
Min rêbazim
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd